AMED – Sûrên Amedê ji ber erdheja li navçeya Xûxê ya Xarpêtê pêk hat, hilweşiya.Bandora erdheja li navçeya Xûxê ya Xarpêtê rû da dewam dikin. Ji Kîlîsê bigirin heya Samsûnê, li gel bajaran erdhejê bandora xwe nîşan da. Sûrên dîrokê yên Amedê jî ji vê erdhejê bi bandor bûn. Du cihên cuda yên Sûrên Amedê yên di navber Deriyê Rihayê û Deriyê Duderî de, hilweşiyan. Li cihên ku kevirên wê hilweşiyan, ekîbên zabiteyan bendên parastinê vekişandin.