Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî piştî ku di bernameya CNN Turk’ê de got, ”PKK ne rêxistineke terorîst e”, bû hedefa dewleta Tirk û li ber Mînareya Çarling a Amedê ji hêla dewletê ve hate qetilkirn.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî 14’ê Cohmeha 2015’an di bernameya ”Tarafsiz Bolge” ya CNN Turk’ê de ya ku Ahmet Hakan dida, li ser pirsa Hakan a, ”PKK rêxistina terorê ye?”, gotibû, ”PKK ne rêxistina terorê ye”. Piştî vê bernameyê Elçî hate lînckirin. Piştî ku vê bernmeyê bi şeş rojan li ser biryara girtinê hate standin, hate destgîrkirni û birin Stenbolê. Elçî piştî ku îfadeya wî hate standin bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hatibû berdan.

Elçî yê ku 1996’an ji Cizîrê ya Şirnexê bû, 2012’an bû Serokê Baroya Amedê û heta 28’ê Mijdara 2015’an li ser vê peyira xwe bû. 

Elçî yê ku li heqê mirovên ku bi kuştinên ‘faîl nediyar’ hatibûn qetilkirin digeriya û li heqê mexdûrên şewitandina gundên Kurdistanê digeriya tim di hedefa dewletê de bû.  Elçî di teşhîrkirina bîrên asîdê de xwedî têkoşîneke mezin bû. Li Kurdistanê û Tirkiyê û Ewropayê dihate naskirin. Ji ber ku dosyayên ku rastî zilma dewletê yên salê 90’î bûbûn wî biribû DMME’yê û li wir bi Ingilîzî parastin kiribû.

Sala 2015’an Elçî dîsa wê biketa hedefa dewleta Tirk, dema ku tevlî bernameya Ahmet Hakan bûbû dewleta Tirk li Kurdistanê biryara ”Plana Çokşikandinê” ya Lijneya Ewlehiya Millî ya 30’ê Cotmeha 2014’an hatibû standin sazkar kiribû, dewletê êrîşên giran anîbû ser Kurdistanê, li dijî vê Kurdan Gimdim, Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Farqînê xwerêvberî ragihandibû û dewleta Tirk êrîşa giran anîbû ser van deveran.

Piştî ku li Sûrê xwerêveberî hatibû ragihandin dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş biribûn ser Mînareya Çarling a Amedê, Tahir Elçî û hevpîşeyên wî 28’ê Mijdara 2015’an li ber mizgefê daxuyanî dabûn.

Elçî di daxuyaniyê de gotibû, ”Bila şer, pevçûn, çek, oeprasyon ji vê qadê dûr bin. Bi vê armancê li gel hevalên xwe yên endamên Baroya Amedê û bi Amediyan re em li vir in.”

Piştî daxuyaniyê bi demeke kurt dengê çekan hatibû, Tahir Elçî bi guleyekê li ber Mînareya Çarling hatibû qetilkirin. 29’ê Mijdara 2015’an bi tevlêbûna bi sedhezaran ji bo Elçî li Parka Koşuyoluyê ya Amedê merasîma cenaze hate çêkirin. Piştî merasîmê Elçî li Goristana Yenîkoyê hate veşartin.