TAJÊ bang li rêveberiya başûrê Kurdistanê kir ku ambargoya giran li ser kampê rake û diyar kir, ” Her wiha em bang li Kurdên li her parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku xwedî li kampa Şehîd Rustem Cûdî derkevin û bi vê armancê çalakiyan bikin.”

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji ber êrişa doh a DAÎŞ’ê ya li ser kampa penaberan a Mexmûrê daxuyaniyek weşand.

Di axuyaniyê de li gel êrişên DAÎŞ’ê her wiha bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser Mexmûrê û ambargoya rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya zêdeyî heft mehan a li dijî kampa Mexmûrê hatin bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber ambargoya giran gelek jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan û hate destnîşankirin, “Tevî şer û siyasetên qirêj ên li ser gel tê meşandin rejîma Erdogan bi çeteyên xwe û bi hêza xwe hemûyî hewl dide careke din ferman, komkujiyê li vî gelî rake.”

TAJÊ êrişa li ser kampa Mexmûrê şermezar kir û diyar kir, “Kampa Mexmûrê kampeke penaberan e ku li gorî qanûnên navneteweyî dikeva nava sîwanê ewlehiyê. Lê mixabin dewletên navneteweyî beramberî hemû êrişên ku heta niha hatine kirin bêdeng dimînin û bi vî awayî desteka xwe didin rejîma Erdogan. Bêdengmayina wan sûc e.”

Di daxuyaniyê de bang li rêveberiya başûrê Kurdistanê hate kirin ku ambargoya giran li ser kampê rake û hate gotin, “Her wiha em bang li Kurdên li her parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku xwedî li kampa Şehîd Rustem Cûdî derkevin û bi vê armancê çalakiyan bikin.

Çawa ku gelê kampê bi berxwedaniya xwe di dîrokê de hemû êrîşan têk bir, em di wê baweriyê de ne ku beramberî van êrîşan jî berxwedaniya gel bi ser bikeve