Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên diyar kir ku ne tenê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tevahî gelên cîhanê ji fikrên Ocalan sûd digrin û got; “Divê em xwedî li Ocalan derkevin û li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin”. Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên li ser fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên gelan û tecrîda girankirî ya li hemberî Ocalan ji ajansa me re axivî.

Tara Hisên diyar kir ku Ocalan girtîgeh vegerandiye dibistan û pirtûkxaneyekî çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got; “Komploya navnetewî ya ku 15`ê Sibata 1999`an li dijî Ocalan bi hevkariya welatên cîhanê pêk hat, ji bo bêdengkirina dengê Kurd û ji holê rakirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Lê, welatên ku di vê komployê de cih girtin bi taybet jî Tirkiye texmîn nedikir ku wê gelê Kurd evqas bi hêz bibe. Ocalan girtîgeh vegerand dibistan û pirtûkxaneya çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn.”

‘Gelên cîhanê çareseriya pirsgêkên xwe di fikrê Ocalan de dibînin’
Tara Hisên diyar kir ku roj roj bi Tevgera Azadiya Kurdistanê mezin bû û wiha pêde çû; “Ji ber vê çendê Tevgera Azadixwaza gelê Kurd her roj mezintir bû, bi hêztir bû. Bû şoreşek enternasyonal. Ne tenê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tevahî gelê cîhanê ji fikrên Ocalan sûd digrin û çareseriya pirsgirêkên xwe di fikrê Ocalan de dibînin.”

‘Divê em xwedî li Ocalan derkevîn’
Tara Hisên bal kişand li ser tecrîda li hemberî Ocalan pêk tê û wiha domand; “Tecrîdkirina Ocalan û rênedayîna hevdîtinên bi Ocalan re binpekirina mafê mirovan e. Her wiha binpêkirina qanûnên Tirkiyeyê bi xwe ye. Ji ber vê çendê dewleta Tirk, rêxistinên mafê mirovan û CPT berpirsin ji rewş û jiyana Ocalan in. Ocalan ne şexseke, Rêberê gelek bindest e, filozof û rêberek fikrî yê ku xwedî projeyên çareseriya pirsgirêkên gelan e. Mînaka vê jî Rojavayê Kurdistanê ye. Çareseriya niha li Rojavayê Kurdistanê berhemê fikrê Ocalan e. Ji ber vê çendê divê em xwedî li Ocalan derbikevin.”

‘Dema azadiya Ocalan hatiye’
Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên eşkere kir ku fikrên Ocalan di nava gel de ye û got; “Ocalan fizikî di girtîgehê de ye, lê fikrê Ocalan di nava gel de ye û gel ji bo xwe kiriye bingeh. Desthilat bi dirûstkirina krîzan û şer xistina nava ol û nijadan temenê xwe dirêj dikin. Êdî dema azadkirina Ocalan hatiye. 19 sal e bê sûc di zindanê de tê girtin. Ji ber vê çendê divê tevahî gelê Kurd, gelên azadixwaz û demokrat xwedî li Ocalan derbikevin. Ji bo azadiya Ocalan çalakiyên hîn berfirehtir bên encamdan. Nabe kesekî xwe Kurd hesab bike, kesekî xwe azadixwaz û demokrat bibîne li beramberî vê tecrîdê bêdeng be.”