Hevseroka Bajarê Amedê ya HDPê Fîlîz Buluttekin, derbarê tecrîda li ser rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diyar kir heta ku tecrîda li Îmraliyê berdewam dike, wê qaos û aloziya li welêt jî berdewam bike

Fîlîz Bulutekkin di daxûyaniyeke xwe ya di ajansa jin-newsê de cîh girtiye, derbarê tecrîda li ser rêber Ocalan û rewşa girtîgehan bal kişande ser xalên girîng.

Bulutekkin wiha axivî:
Ji damezirandina komarê heta niha siyaseta zûlûm, zorderdestî, tûnekirin û tûnehesabindinê berdewam dike. Tenê nav tên guhertin lê belê zîhnîyet û nêrîn bêyî gûherîn, heta roja me ya îro hatiye. Pergala AKPê û rejîma YekZilamî berdewamiya vê siyaseta sedsalî ye. Ew xeleka dawî û ya xûyayî ye. Ev şerê siyaset û polîtîka ku bi rêbazên cûrbecûr nêzî sedsalekê ye berdewam dike, tenê di navê partiyên siyasî de gûhertin çêbûye. Hemû bandora vî şerî di siyaseta tecrîda li dijî Birêz Ocalan de xwe dide xûyakirin. Tecrîda di şexsê birêz Ocalan tê meşandin, li ser hemû Kurdan û hemû milletan tê meşandin. Bi pêkanîna tecrîdê re hedef destketiyên Kurda ye.”

Hevseroka HDPê ya Amedê Fîlîz Buluteken diyar kir ku cîhê tecrîdê di hûqûqa gerdûnî de tuneye û wiha berdewam kir:
“Ev bûyerên diqewimîn nîşan didin ku li vî welatî huquq û dadwerî, ne serbixwe ne û bi fermana hinek kesan dimeşe. Hemû biryarên ku di çarçoveya OHALê de hatine stendin, bûne qanûn û welat êdî wê bi rêveberiyeke şidyayî were birêvebirin. OHAL hatiye mayînde kirin û erk û desthilatiya wê hatiye befirehkirin. Ev bê hûqûqî, xwe di girtîgehan de jî nîşan dide. Qanûn dibêje mafê her girtiyekî heye lê belê li Tirkiyê girtî nikarin ji van mafan îstîfade bikin.”

Fîlîz di dawiyê de diyar kir ku ewê li dijî vê pergala bê qanûnî çi li kolanan, çi li Meclîsê, li her deverê têbikoşin.