Li bajarên Bellînzona û Bernê yên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Li bajarê Bellînzona yê kantona Tîcînoyê, bi pêşengiya Însiyatîfa Jinên Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger li ber stasyona trenê ya navendî çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê yên li Hewlêr, Galler, Strasboûrg û welatên din ên Ewropayê hate silavkirin.

Çalakgeran pankarta bi nivîsa “Parlamenter Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Ocalan ji 7’ê Mijdara 2018’an ve bi rengekî bêdem û bêdorveger di greva birçîbûnê de ye” vekirin û dowîzên ji wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hildan.

Di dawiya çalakiyê de belavokên bi zimanê Îtalyanî yên li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê hatin xwendin.

BERN

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) li ber Dêra Heîlîg Geîst Kîrche ya li Bahnhofplatzê ya Bernê çalakiyek organîze kir. Di çalakiyê de find hatin vêxistin.

Çalakî bi şiyara “Li dijî tarîtiyê tu jî findekê vêxe” pêk hat û dowîzên bi nivîsa “Bila daxwazên Leyla Guven werin qebûlkirin” hatin hildan.

Çalakiya “Tu jî li dijî tarîtiyê findekê vêxe” her roja Pêncşemê li ber Dêra Heîlîg Geîst Kîrcheyê wê pêk were.