“Îktîdara heyî her dem bi gotina demokratîkbûyin û mirovheziyê gel dixapînin û li ser keda gelê Kurd rûdinên. Bi sîstema yekperest û zihniyeta baviksalarî mafên hemû gelan tên desteserkirin.”

Dewleta tirk bi polîtîkayên xwe û bi hemû hêza xwe bi salan e ku dixwaze gelê Kurd ê xwedî dîrokek kevnar tune bike. Loma bi salan e ku gelê Kurd bi êrîş û komkujiyên mezin rû bi rû dimînin. Dewleta tirk di hemû plan û hevpeymanên xwe de di serî de gelê Kurd dike hedef. Di nava vê hedefgirtinê de jin bêtir tên çewisandin. Îktîdara heyî her dem bi gotina demokratîkbûyin û mirovheziyê gel dixapînin û li ser keda gelê Kurd rûdinên. Bi sîstema yekperest û zihniyeta baviksalarî mafên hemû gelan tên desteserkirin.

Berovajî desterserkirina mafên hemû gelan projeya sîstama demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dixwaze li hemû Rojhilata Navîn pêk were ji bo siberoja gelan xwedî taybetmendiyek girîng e. Di nava vê projeyê de jin tên parastin û nayên çewisandin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî parçeyekî vê projeyê bû ku bi hatina şoreşê deskeftiyên ku hatin bidestxistin kelecan û germahiya dilê gelan geş kir. Ya ku bi ser ket vîna gelan bû. Jinê hemû rengê koletiyê ji ser xwe avêt. Lê dewleta tirk ev tişt hezim nekir û her êrîşî Rojava kir. Mînaka dagirkirina Efrînê radixîne pêş çavan ku dewleta tirk naxwaze ku gelê Kurd bibe xwedî statu.
Dê elbet hesabê êrîşên bi salan bê pirsîn. Di vir de rola sereke dîsa jin dilîzin. Têkoşîna jinê wekî her dem dê qedera gelan biguhere. Dê polîtîkayên qirêj ên neyarên gelê Kurd vala derkeve.

JI PÊNÛSA JINAN / Rûken Goman