Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî anî ziman ku grevên birçîbûnê asta krîtîk derbas kiriye, banga her kes bikevin tevgerê kir. Temellî da xuyakirin ku li dijî bê edaletiya AKP’ê ya hilbijartinê divê bi hev re tevgerê bike.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî ji bo grevên birçîbûnê, encamên hilbijartin û biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) binirxîne li Navenda Giştî ya partiya xwe di civîna Meclîsa Partiyê de axivî.

Temellî ewilî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Grevên birçîbûnê ketine asta herî krîtîk. Heta niha ji bo şermezarkirina tecrîdê 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji bo mirin neqewimin 157 roj in Leyla Guven û em bi hev re dengê xwe bilind dikin. Em bang li Wezareta Dadê dikin; werin vê bersivê bidin vê daxwaza mafdar û qanûnên xwe bicih bînin. Dawî li vê tecrîda girankirî bînin. Divê birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em daxwazek rewa ye. Nedîtina vê yekê dewama bêhiqûqiya li Tirkiyeyê ye. Tecrîd li her devera Tirkiyeyê tê sepandin û dorpêç kiriye. Em rewşa hemû çalakgeran a krîtîk li ber çavan digirin û banga lezgîn dikin ku her kes bikeve tevgerê.”

‘ME PÊŞBAZIYA SIYASETA TIRKIYEYÊ GUHERAND’

Temellî bal kişand ser encamên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê û wiha got: “Hilbijartina 31’ê Adarê di heman demê de îtîrazek li dijî tecrîdê bû. Me ji bo hilbijartinê vebijêrkek afirand. Ev vebêjirk jî stratejiya partiya me bû. Stratejiya me tenê ji bo bidestxistina şaredariyan bû, stratejiya me di heman demê de şertên vekirina rêyên li Tirkiyeyê hatine girtin û hewl da ku li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk bê birêvebirin û hêzên demokrasî û gelên Tirkiyeyê dikaribin siyasetê bikin. Serkeftinek girîng e. Vebijêrka me pêşbaziya siyaseta Tirkiyeyê guherand. Hikumet çiqas di siyaseta xwe ya şaş de israr dike bile bika, lê êdî li Tirkiyeyê pêşbaziya siyasetê guheriye. Bersiva polîtîkayên tecrîd û înkarê hat dayîn.”

‘LI PEY XESPKIRINA VÎNA GEL IN’

Temellî anî ziman ku li Tirkiyeyê du terz siyaset heye û yek ji van siyaseta îktadarê ye û siyaesta din jî ya HDP’ê ye. Temellî da zanîn ku li gel 13 roj di ser hilbijartinê de derbas bû jî hêj Meclîs venebûye û got: “Ji kursiyê Meclîsê ditirsin. Dema em dipirsin û dibêjin çima venabe, Dibêjin karê wan heye. Çi karê we heye? Hina hûn li pey xespkirina îradeya gel in. Vîna gel di sindoqan de derket û ya pêwîst bikin.”

‘HEMÛ ÎTÎRAZÊN ME RED KIRIN’

Temellî got AKP-MHP tevî hemû polîtîkaya xwe û gefên xwe jî serkeftî nebûye û niha jî dixwazin cihê serkeftî nebûye niha jî bi rêbazên nû dixwazin polîtîkaya bixin dewrê. Temellî got tevî hemû îtîrazên wan jî li cihên wek Mûşê deng nehatin jimartin û li gel ku HDP’ê li Milazgirê bi 3 dengan winda kir jî deng nehatin jimartin û hemû serlêdanên wan hatin redkirin.

‘DEM DEMA HEVGIRTINÊ YE’

Temellî da zanîn ku divê ew li her deverî li dijî hemû encamên hilbijartinê bi hev re têbikoşin û got: “Li her deverê dengê me hene û em li her deverê mudaxeleyî bêedaletiyê dikin. Dengê me li her deverî ne. Li Stenbolê jî, li Mûşê jî û li Milazgirê û li Wêranşarê jî dengên me hene. Ez bang li Tirkiyeyê dikim; hûn jî xwedî derkevin, Tirkiye tenê ne Stenbol e, Mûş û Agirî jî heye. Divê hemû hêzên demokrasiyê li dijî vê bêedaletiyê û bêhiqûqiyê bên gel hev.”

‘HÛNÊ NIKARIN BIN DI NAV GEL DE BIGERIN’

Temellî biryara YSK’ê ya ji bo hevşaredarên wan jî nirxand û got: “Her kesî di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Lê YSK bi navê şermê di rûpelan de cih girt. Hûnê bi şermê bên bîra her kesî. Îro şaredariyên hatin xespkirin hene. Wê tu demê navê wek şaredarên hilbijartî di nav gel de derbas nebe. Hûn wek qeyûman bi şiklek bêrûmet ku vîna gel xesp kirine bigerin. Hûnê nikaribin silavê bidin gel û jixwe wê gel bersiva we nede. Ez carek bang dikim, vê wezîfeyê qebûl nekin. Hûn nehatin bijartin, mafê yên hatin bijartin jî desteser nekin. Em pergala OHAL’ê û pêkanîna KHK’iyan jî qebûl nakin. Em ê bi her awayî û li gel her şertên zor jî têkoşîna xwe berdewam bikin.”