Tîmên Bersivdanê yên YPS Şehîd Avareş Helhel ragihand ku yekîneyên wan li taxa Xaçortê ya Wanê li dijî hêzên dagirker ên Tirk rêzeçalakî kirine û demeke dirêj rêyek kontrol kirine.

Tîmên Bersivdanê yên YPS Şehîd Avareş Helhel ragihand ku yekîneyên wan bi çarçoweya pêngava, ”Pêngava Tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxûr-nokeran” li taxa Xaçortê ya Wanê û li navçeya Colemergê Geverê çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ,”Tîmên me yên bersivdanê 19’ê Tebaxê li dijî dijmin ê ku dixwest bikeve taxa Xaçortê ya Wanê rê li trafîkê girtine û bi bombeyên deng û molotofan heta derengiya şevê li dijmin dane. Rê demeke dirêj di destê tîmên me de maye û dijmin bêgav maye ku vekişe.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, ”Dîsa 19’ê Tebaxê li dijî dijmin ku dixwest bikeve kolana Cumhuriyetê ya Geverê bi bombeyên deng û molofotan çalakî hatine kirin. Di encama çalakiyê de wesasiyên zirxî yên dijmin ziyan gihaye ser wan û ji bêgavî ji qadê dûr ketine.”

Li dawiya daxuyaniyê hate gotin xweparastin û bi perspektîfa şerê şoreşgerî yê gel şerê li dijî faşîzma dagirkeriya Tirk peywira eslî ya her welatparêzî ye û bi vê hişmendiyê divê neyê hiştin ku dagirker li Kurdistanê hilmê bistînin, li her derê bi perspektîfa Şerê Şoreşgerî yê Gel dagirker werin pêşwazîkirin.