Nameyên dîlên azadiyê û gerîlayên azadiyê ji we re radigihîne… Peyamên malbatên wan bi deng û nivîskî parve dike… Di navbera çar dîwaran û wargehên azad de dibe pireke azad a silav, hezkirin, hembêzkirinan… hesret û daxwaza azadiyê mezintir dike.. 
Ronahî û germahiya ji qadên azad û têkoşeran, digihîne pişt dîwarên betonî, deriyên hesinî…

Berxwedana biryardar a li hember faşîzma li hundir, hest û kesayetiya azad, sînoran derbas dike, li warên azad dibe hinceta mezinkirina têkoşînê….
Hesret û bêrîkirinên salan li hev dicivîne, yek dilî, yek armancî diafirîne… bi hêviya ku azadiyê bîne..

Bernameya Tîrêjên Rojê her hefte rojên çarşem û pêncşemê di radyoya Dengê Welat de… 
Bişopînin; hûn jî silavekê rê bibkin ji xizmên xwe yên dîlgirtî yên azadiyê re.. silavekê jî bişînin ji ji zarokên xwe yên têkoşer re…