Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê Tirkiye tawanbar kir ku ew pisporên leşkerî û alavên nû ji komên çekdar ên hikumeta El-Wifaq re dişîne. Artêşê tekez kir ku balafiran bajarê Xiryan bombebaran kir.

Odeya Çalakiyan a Keramê ya girêdayî artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê biserkêşiya Xelîfe Hefter di daxuyaniyekê de ku buroya wê ya ragihandinê belav kir, eşkere kir ku Tirkiye pisporên Tirk ên nû şandin da ku li kêleka hêzên Fayîz El-Sîrac beşdarî şer bibin, piştî ku tank û cebilxane şandin.

Odeyê destnîşan kir ku seat di 11`ê êvarê de balafireke ji cureya C130 bar a Tirkiyê li bajarê Misiratê yê rojavayê welêt daket û di balafirê de tîmên pispor ên Tirk hebûn. Odeyê xuya kir ku beriya ku ev balafir bihata, balafireke din ji cureya Antonov a şîrketa Okranya ku ji Enqereyê hatibû û li balafirê balafirên keşfê hebûn, daket û destnîşan kir ku heta niha her du balafir tevî cebilxaneyên xwe hatin komkirin û yek ji wan şevê din hate ceribandin û li derdora Misiratê û Zilîtîn firiya û baregeha Misiratê nuqteya rabûna wê ye.

Navenda ragihandinê ya odeyê diyar kir ku balafira bêpîlot bajarê Xiryan kir hedefa xwe û da zanîn ku şevê din balafirek ji balafirên Tirkiyê tevî pisporên Tirk gihaşt Misiratê.

(jo)