Tevgera Jinên Azad li Îzmîrê çalakiya ‘Em xwe diparêzin’ li dar xist.

Tevgera Jinên Azad di çarçoveya ‘Em xwe diparêzin’ li navçeya Çîglî ya Îzmîrê li Parka Guzeltepe bi jinan re civiya. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Besrîye Tekgur jî di nav de gelek jin tevlê çalakiyê bûn.

‘NAMÛSA ME WELATÊ ME YE’

Guven diyar kir ku wê TJA li hemberî qetlîamên li ser jinan stûyê xwe xwar neke û got, “Em ne namûsa tu kesî ne. Namûsa me welatê me û azadiya me ye. Wê jin biqîrin û li hemberî şîddeta li ser mêran stûyê xwe xwar nekin. Em ê jiyaneke bêxweparastin qebûl nekin. Jin tu carî li hemberî êrîşan bêdeng nemane. Dema ku Sakîne Cansiz li zindana Amedê tifî rûyê Esat Oktay kir, dîrok derket holê. Arîn Mîrkan ji bo ku Girê Miştenûrê nekeve, bedena xwe kir bombe û çû ser DAÎŞ’ê. Çare wê demê afirî. Jin tu carî ne bêçare ne. Jinên Kurd hişyar bûne û êdî tu kes nikare pêşiya vî tiştî bigire.”