Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (TMMK) diyar kir ku Zeyneb Celaliyan li girtîgeha Qerçekê bi vîrûsa koronayê ketiye û tevî ku şewb li pişika wê belav bûye, rayedar wê nabin nexweşxaneyê.

Bavê Zeynep Celaliyan Elî Celaliya têkildarî mijarê ji Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (TMMK) re axivî.

Elî Celaliyan diyar kir ku duh keça wî bi rêya telefonê ji wan re gotiye ku ew tevî çend girtiyên din ên bi şewba koronayê ketine, xisitne odeyeke cuda ya beşa karantînayê ya girtîgehê û hê jî ta û bêhntengiya wê ya dijwar didome.

Doxtorê girtîgehê ji wê re gotiye ku vîrûsê hemû pişka wê daye ber xwe û hewl didin ku bi dermanan îltîhaba pişka wê kontrol bikin.

Elî Celaliyan di dawiya axaftina xwe de fikarên xwe yên derbarê rewşa giran a keça xwe anî ziman û xwest ku pir lez keça wî veguhezînin nexweşxaneyekî ji derveyî girtîgehê, da ku bikare were dermankirin.

Beriya niha jî Elî Celaliyan ji TMMK’ê re ragihandibû ku hêzên Îttîlaat a rejîma Îranê ji nişka ve keça wî ji girtîgeha Xoy veguhestibûn girtîgeha Qerçek a ku li Rojhilatê bajarê Tehranê. Her wiha dabû zanîn ku dibetiya wê heye ku keça wî bi şewba koronayê bikeve.

Hêjayê bi bîr xistinê ye ku 29’ê Nîsanê hêzên ewlekariya rejîmê ji nişka ve girtiya siyasî ya Kurd Zêyneb Celaliyan ji girtîgeha Xoy veguhestandine girtîgeha Qerçek û ji wê demê heya niha di beşa qarantîneya girtîgehê de tê ragirtin. Her çiqasî heya niha sedemê wê veguhestinê nehatibe eşkerekirin lê bavê wê girtiya siyasî heftiya bihorî ji TMMK’ê re ragihandibû ku bi rêya peyama telefonê agahdar bûye ku derbarê keça wî de li şaxa 10 a Dadgeha Cezayî ya Tehranê dozeke nû hatiye vekirin. Her wiha Zêyneb Celaliyan jî diyarkiribû ku agahiya wê ji sedemê vekirina dozê nîne.