Rayedarekî Federasyona Fitbolê ya Ewropayê diyar kir wê lêpirsîna slava lîstikanên tîma millî bikin, ku leşkerên Tirk slav kiribûn.

Berpirsê Çapemeniyê yê UEFA’yê Phîlîp Townsend ku ji ajansa Ansa ya Italî re axivî got, ”Min bixwe ti tevgereke ku mîna provakasyonekê bibînim, nedît”.

Townsend got, ”Rêgez li gorî siyaset û dîn têne qedexekirin? Belê û ez mîsoger dikim em ê lêpirsîna vê bikin.”