Serokê HEP’ê yê Bajarê Amedê ku 5’ê Tirmeh 1991’ê ku piştî hatî revandin bi êşkenceyê hatibû qetikirin li ser gora xwe ya li Goristana Vedat Aydin a Mardinkapi hate bibîranîn.Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ku bi îşkenceyê hatibû getilkirin li ser gora xwe hat bibîranîn. Birayê Aydin, Veysî Aydin got, “Ji bo me yên tetik kişandine na yên ku ferman dane berpirsiyar in. Li gorî me berpirsiyar dewlet e.” 
 
Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Amedê Vedat Aydin ê ku di 5’ê Tîrmeha 1991’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat revandin û bi îşkenceyê ew qetil kirin û piştî du rojan li navçeya Madena Xarpêtê cenazeyê wî hat dîtin li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbat û siyasetmedaran li ser gora Aydin a li Goristana Deriyê Mêrdînê bîranîn pêk anîn. Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn, Birayê Aydin, Veysî Aydin û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. 
 
‘EM ŞOPDARÊ TE NE’
 
Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewilî Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî û diyar kir ku li ser erdnîgariya Kurdistanê hêj şer, mirin û hilweşandin didome û got: “Ji bo vê yekê ye ku pêdiviya me bi pêşengiya Vedat Aydin û hevrêyên wî heye.” 
 
Ceylan anî ziman ku ew ê her dem fikrên Aydin zindî bihêlin û got: “Fikrên wî çi bûn? Li dijî şer aştiyek bi rûmet bû. Israra siyaseta demokratîk bû. Yê ku Vedat Aydin kir lehengê gelê wî jî fikr û ramanên wî bûn. Ji ber vê yekê em ê şopdarê rêya aştiyê ya Vedat Aydin bin. Heta ku qatil werin darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin”. 
 
‘PÊVAJOYEK NÛ DEST PÊ KIR’ 
 
Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanîk jî da zanîn ku bi qetilkirina Vedat Aydin li Kurdistanê pêvajoyek nû dest pê kiribû û ew têkoşerê siyaseta demokratîk û aştiyane bû û ew ê têkoşîn û daxwaza wî mezintir bikin. 
 
‘BERPIRSYAR DEWLET E’ 
 
Birayê Aydin, Veysî Aydin jî bi bîr xist ku bi ser qetilkirina keke wî Vedat re 29 sal derbas bûn û wiha got: “Di nava van 29 salan de gelek tişt li Tirkiyê guherî lê bes ev zîhniyet heman zîhniyet e. Pergalek û zîhniyetek ku gelê Kurd tune dihesibîne û li ser pişaftinê hatiye avakirin li hember me heye. Heke li cihekî bi hezaran însan tên kuştin û kiryarê wan nediyar be, li vir hêzek dewletê ya rêxistinî heye. Em kujerên Vedat Aydin dizanin. Navê wan jî eşker eye. Piştî ku li hev nekirin di nava dewletê de hatin tasfiyekirin. Sedemê kuştinê ew in lê îro ew li holê tune ne. Ji bo me ne tetikkêş yên ku ferman dane berpirsiyar in. Li gorî me berpirsiyarê qetilkirina Vedat Aydin dewlet bi xwe ye. Rakirina tundî û cînayetan çareserî nîne. Çareserî ew e ku aştiyek bi rûmet pêk were ye.” 
 
‘EM SOZA TÊKOŞÎNÊ DIDIN TE’ 
 
Serokê ÎHD’a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn jî bal kişand ser têkoşîna Vedat Aydin a ji bo mafê mirovan dabû û got: “Em ê xwedî li xeyal, fikr û têkoşîna wî derkevin. Di destpêka salên 1990’î de yên ji bo mafê gelê Kurd têkoşiyan û parastin hemû bûn armanca êrişan. Êrişên kontrayan bi qetilkirina Vedat Aydin dest pê kir. Bi binpêkirinên sîstematîk re domiya. Çimkî ew pêşengê têkoşînekê bû. Em li ser gora te soza têkoşînê didin.” 
 
Piştî axaftinan beşdaran qerenfîlan danîn ser gora Aydin û bîranîn bi dawî bû.