Gêrîla doxtor Rodî Roj di salvegera şehîdbûna pêşenga PAJK’ê û PKK’ê Viyan Soran (Leyla Walî Hisên) de ew bibîr anî û got: “Li şûna ku min ew rizgar bikira wê em rizgar kirin û ji xewa mirinê şiyar kirin.”

Gerîla Doxtor Rodî Roj pêşenga Tevgera Azadiya Kurd PAJK’ê û PKK’ê Leyla Walî Hisên bi nasnav Viyan Soran ku 2’yê Sibata 2006’an li dijî tecîrda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Heftenîn agir bi bedena xwe xist û şehîd bûbû bibîr anî.

‘HEVRÊYEKE CIWAN Û XWÎNGERM BÛ’

Gerîla Roj bal kişand ser naskirina xwe û şehîd Viyan Soran û got: “ Sala 2005’an dema ez li Heftenînê bû û dawiya salê hevrê Viyan hat Heftenîn. Hevrêyeke ciwan û xwînger bû, dîsa bi kêfxweşî nêzîkî derdor dibû. Min hevrê Viyan wiha nas kir. Cara yekem bû hevrêyeke ji Başûrê Kurdistan wiha xwîn germ û coş bû didîtim. Bala hevrêyên derdor dikişand xwe. Li ser derbasbûna dem hê baştir me hev nas kir.

‘BI CESARET BÛ’

Roj anî ziman ku di nava Tevgera Azadiya Kurd de hê nû Tabûra Nemiran dihate avakirin û destnîşan kir ku hevrê Viyan jî dixwest tevlî vê tabûrê bibe û got: “Bi vê yekê cesareta xwe da nîşandan. Berî çalakiyê bike li gorî berê coş û helwestên wê li gel hevrêyên wê hê xwşetir û zêdetir bû, wisa dixuya ku wê biçe cihekê. Ev helwesta wê pir bala min kişand.

‘RASTIYA DIJMIN DÎT Û BÛ XWEDÎ HELWEST’

Gerîla Roj bal kişand ser asta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha nirxand: “Wê salê tecrîda li ser Rêber Apo pir giran bû. Dijmin bi dijwarî êrîşî gel dikir. Hevrê Viyan ev rewş baş dît û nirxand. Ji bo vê yekê xwest ku bersivekê bide dijmin.”

‘HEVRÊ VIYAN BI ÇALAKIYA XWE EM RIZGAR KIRIN’

Roj bal kişand ser çalakiya Şehîd Viyan Soran û got: “Şeva 2’yê Sibatê hevrêyan bang kirin ku hevrê Viyan agir bi bedena xwe xistiye. Dema çûm, min dît li nava beteniyê pêçane. Min xwest bi rêbazekê bikarim wê rizgar bikim, lê bedena hevrê Viyan pir şewitîbû. Ev yek bandorekî pir mezin li min kir. Li şûna ku min ew rizgar bikira wê em rizgar kirin û em ji xewa mirinê şiyar kirin.”

‘JI BO AZADIYA RÊBERTÎ BÛ MEXLÛM, REWŞEN, RONAHÎ, BÊRÎTAN…’

Roj anî ziman ku Şehîd Viyan Soran ji bo sîstema tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bike agir bi dedena xwe xist û got: “Xwe feda kir, dawî li xefleta me anî. Hevrê Viyan ji bo azadiya Rêber Apo bû fedayekî mîna Mezlûm, Rewşen, Ronahî û Bêrîtan. Piştre min nameya hevrê Viyan dît, bal kişandibû ser gelek xalan. Carekî din da nîşandan ku kes nikare Roja me tarî bike. Kes nikare gelê Kurd tine bike. Her wiha da nîşandan ku tu kes nikare vî agirî vemirîne, vemirandina vî agirî xiyanet e.”

Her wiha gerîla Roj diyar kir ku gerîla Viyan di nameya xwe de bang li gelê Başûr û Soran kiribû ku pêşengî ji şoreş û azadiya Kurdistanê re bike.

Herî dawî gerîla Rodî Roj sersaxî ji malbat û gelê Kurd ê welatparêz re xwest û soza bicihanîna hesretên Şehîd Viyan Soran dubare kir.