Ji ber barîna barana zêde li Taxa Seyîtler a Êlihê di 19’ê mijdarê de lehî rabû. Di encama karesata lehiyê de Lalîxan Guner (54) û neviyên wê Asenat (1), Îsrafîl (5) û Bîrgul Guner (9) jiyana xwe ji dest dan.

Derket holê ku qenala avê ya li rex mala wan a ji aliyê qeyûm ve bi betonê serê wê hatiye girtin bûye sedema mirina wan welatiyan.

Gelek malên ku li ber ava lehiyê ketin nikarin bên bikaranîn û gelek sewalên li ber ava lehiyê ketin jî mirin.

Welatiyên mexdûr, diyar kirin ku Walîtî û şaredarî nehatine alîkariya wan.