Walîtiya Tirk a li Colemêrgê, piştî çalakiya HPG’ê ya li Şemzînanê firandin û bikaranîna balafirên bê mirov (ÎHA) û drone qedexe kir.

Walîtiya Tirk a Colemêrgê piştî çalakiya mezin a gerîla ya li Şemzînanê ku gelek leşkerên Tirk hatin kuştin, qedexe danî ser firandina amûrên hewayî yên bê mirov. Li gorî vê ‘qedexe’yê, firandina ÎHA û drone wê tenê karibe bi destûrê were kirin.

Balkêş e ev biryara walîtiya Tirk piştî çalakiya HPG’ê ya li Şemzînanê hate dayin.