Waliyê mêtinger ê Amedê daxuyaniya OHD’ê ya derbarê binpêkirina mafan qedexe kir.

Walîtiya mêtinger a  Amedê daxuyaniya çapemeniyê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya derbarê binpêkirina mafan, ku dihate xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan Parka Koşuyoluyê were kirin, qedexe kir.

Rêveberên OHD’ê diyar kirin li gel ‘qedexe’yê jî ew ê biçin ber Bîrdarya Mafê Mirovan a Parka Koşuyoluyê.