Muhammed Tofîk Elawî yê ji bo serokwezîrtiya Iraqê hatiye erkdarkirin li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belavkir û got: “Em nêzîk bûne ji bo bidestxistina destkeftek dîrokî ku ew jî avakirina kabîneyek serbixwe ye. Kabîneya nû bêy ku tu aliyek siyasî destwerdanê têde bike, bi piştgiriya xuda hefteya were em ê navê endamên kabîneyê ragihinin.”

Elawî daxwaz ji parlamenteran kir ku deng li ser kabîneya wî bidin.

Hêjayê gotinê ye heya niha Elawî serdana Herêma Kurdistanê nekiriye, lê bi telefonê peywendî li gel Mesûd Barzanî û Kosret Resûl Elî re kiriye û daxwaza piştgiriyê xwestiye.