Wekîla HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û 5 endamên HDP’ê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û 5 endamên HDP’ê, di roja 116’an a greva birçîbûnê ya Leyla Guven de dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê de hate gotin, “Ji ber ku hikumeta AKP’ê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan gavan navêje û ji bo şermezarkirina xemsariya hikumetê ya li pêşberî çalakiyên greva birçîbûnê, Parlamentera me Dersim Dag û welatiyên me Bîlal Ozgezer, Îsmet Yildiz, Salîh Canseven, Salîh Tekîn û Sevîcan Yaşar îro li Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.”

Dag û HDP’iyan li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin. Berxwedêran daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan, parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Remziye Tosûn, Salîha Aydenîz, Mûsa Farisogûllari, Selçûk Mizrakli, Mûsa Pîroglû û gelek kes tevlî civîna çapemeniyê bûn.

Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê û got, “Tecrîdkirina Birêz Ocalan hewldanên ji bo çareseriya demokratîk ên li Tirkiyeyê betal kiriye. Ji ber heman sedemê Leyla Guven 116 roj, Hevseroka me ya DBP’ê Sebahat Tûncel û Selma Irmak 47 roj, ji Hewlêrê heta Strasboûrgê li gelek deveran Kurdan ji bo Tirkiye qanûnên xwe bi cih bîne bedena xwe dane ber mirinê û ji bo bidawîbûna tecrîdê têdikoşin.”

Arslan got, “Em dibînin ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêkên din çareser nabin” û wiha dewam kir: “Bi kuştina Kurdan, bi redkirina îradeya wan a siyasî aştî, demokrasî û azadî nayê vî welatî”.

Arslan diyar kir, gelê Kurd tecrîdkirina Ocalan qebûl nake û got, “Hikumeta AKP’ê ji bo domandina desthilatdariya xwe û dervehiştina Kurdan li qada siyasetê, ji sala 2015’an û vir ve tecrîdê li gelên Tirkiyeyê û aştiyê ferz dike.”

Arslan anî ziman, siyasetmedar û nûnerên ji hikumeta Tirkiyeyê dixwazin ku li gorî qanûnên xwe tevbigere.

Arslan diyar kir, hêviya Kurdan ji zîhniyet û feraseteke siyasî ya kuştina Kurdan dixwaze nîne û got, “Banga me li welatparêzan e, li demokratan e; di rewşekê de ku Kurd tên kuştin, bila li benda hatina demokrasiyê nemînin. Ji bo jiyaneke hevpar a bi Kurdan re tişt wê nemîne. Divê bi vê zanibin. Pêwîste daxwaz bi cih werin anîn û tecrîdkirina Birêz Ocalan tavilê bi dawî bibe. Naxwe çalakî wê gav bi gav belav bibe.”

Parlamentera HDP’ê Dersim Dag a dest bi greva birçîbûnê kir, Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ne silav kir û got, “Ji bo em bêjin ‘Daxwazen Leyla Guven daxwazên me ne’ em dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dikin. Berxwedan dîroka me ye. Heta ku tecrîdkirina Birêz Ocalan, jin û ciwanan bi dawî nebe, ev berxwedan wê geş bibe. Encam çi dibe bila bibe berxwedan wê bi ser bikeve. Bijî berxwedana Leyla Guven, bijî berxwedana zindanan, bijî berxwedan.”