Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz li Wanê di protestokirina tecrîdê de hatî derbkirin, li Amedê jî careke din bû hedefa êrîşa polîsan. Aydenîz rakirin nexweşxaneyê.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz a li Wanê dema protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bû hedefa êrîşa polîsan, li Amedê jî polîsan êrîşî wê kirin.

Aydenîz a ku bi wekîlan re dimeşiya, polîs bi eşekere lingê xwe da ber lingê wê û li erdê dan. 

Aydenîz a dema kete erdê, serê wê li erdê ket, lewre rakirin nexweşxaneyê.