Kurdistaniyê bi navê Yûsûf Îba, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 47 roj in li Torontoyê di greva birçîbûnê de ye. Wekîlê Kanadayî Garnett Genuis serdana Îba kir.

Ciwanê Kurd Yûsûf Îba yê li Kanadayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 47 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Parlamenterê Conservative (mûxafazakar) a Kanadayê Garnett Genuis serdana Îba kir û li ser çalakiya wî agahî wergirt.

Genuis diyar kir ku wê mijarê hefteya bê bixe rojeva parlamentê û li ser çalakiyê biaxive.