Xelkê Êzidî yên li dijî peyamana Bexda-PDK’ê ya 9’ê Cotmehê li ser Şengalê girtibû, bi meşan protesto dikin. Di çalakiyê de hate gotin ku wê xelkê Şengalê rê nedin ku destkeftiyên 6 salan bi berdêlên mezin hatine girtin, radestî hinek din bê kirin.

Gelê Şengalê ku ji 9’ê Cotmeha 2020’an ve dijî peymana Bexda-Hewler a li ser Şengalê di nava xwepêşandanan de ye, îro jî li kolanan e. Êzidî dirûşmeya “Asayîş rûmet me ye” bi tevlîbûna sedan kesî ji navenda Şengalê dest bi meşê kirin.

Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî berxwedana Asayîşê” tên berzkirin. Her wiha pankartên wekî, “Asayîş rûmeta me ye”, “Bijî Asayîş”, “Em Asayîş in” û wêneyên şehîdên berxwedana Şengalê bilind kirin.

Meşa ku jin, zarok, rûspî, seroeşîrên herêmê, rêveber û nûnerên saziyan jî tevlî bûne, heta pêşiya konê çalakiya destekdayîna asayîşê ku ev ev 5 rojin li pêşiya navenda Asayîşa Êzidxanê hatiye vegirtin, dewam kir

Li vir li ser navê nûnerên saziyên Şengalê axaftin hatin kirin.

‘DESTKEFTIYÊN 6 SALAN NADIN DESTÊ KESÊ’

Destpêkê Cigîrê Hevserkên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm axivî û çalakvanên ku ev nêzî mehekê ye di nava xwepêşandanan de ne û çalakvanên konê berxwedanê ku ev 5 roj in di çalakiyê de silav kirin. Heso Îbrahîm destnîşan kir ku ev çalakî ji bo parastina destkeftiyên 6 salan û hêzên parastina Şengalê tên lidarxistin û gelekî girîng in. Îbrahîm bal kişand ku ew ê wekî gelê Êzidî hêz û îradeya ku di 6 salan de bidestxistine nedin destê tu kesî.

Heso Îbrahîm diyar kir ku ew destur nadin wan hêzên ku di dema fermanê de ew bi tenê hiştine, bi komkujiyan re rû bi rû hiştine vegerin Şengalê.

Heso Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin û li ber xwe bidin.

‘JINÊN ŞENGALÊ WÊ XWEDÎ LI VÎN Û DESKEFTIYAN DERKEVIN’

Piştre li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Meyan Nasir û li ser navê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî axivîn. Herdu axaftvan bal kişandin ku ew careke din destûr nadin hêzên ku ew bi tenê hiştine vegerin Şengalê. Axaftvanan anî ziman ku gelê Şengalê û bi taybet jinên Êzidî di 6 salên dawî de bûne xwedî îrade û destkeftî, lewre ew nahêlin ev destkeftî ji dest biçin.

Piştî axaftinan çalakî li ber muzîkê bi gerandina govendê bidawî bû.

Çalakiya konê berxwedanê jî di roja 5’an de berdewam dike.