Nasir Yagiz ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye, 133 roj in li ber xwe dide.

Berxwedana Nasir Yagiz a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ye, tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê 133 roj in didome.

Greva bêdawî û bidorveger a hem wext jî bi koma 66’an didome.

MEXMÛR

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 108’an de ji aliyê koma 36’emîn a ji 16 kesan pêk tê dewam dike.

Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ya bêdem û bêdorveger ku di 20’ê Çile de hatibû destpêkirin jî di roja 73’an de bi biryardarî dewam dike.

Xebatkarên tenduristiyê Bapîr Gundikremoyî li ser rewşa tenduristî ya Fedîle Tok agahî da Rojnewsê û got: “Biryardarî û moralê Fedîle weke roja yekem xurt e. Di warê tenduristî de pirsgirêk xwe didin der. Herî zêde pirsgirêka tansyonê li pêş e. Kêm jî be ji taqet ketiye û mîna berê di tevgerkirinê de astengî dikişîne. Heta niha 13 kêlo li xwe kêm kiriye.”

SILÊMANÎ

Çalakiya greva birçîbûnê ya Komeleya Karkerên Mezopotamya ku li Silêmanî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 110’an de dewam dike. Çalakiya bi doreveger jî bi koma 55’an ku ji welatiyên çar parçeyên Kurdistanê pêktê dewam e.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda ser Ocalan ya bêdem û bêdorveger a Herêm Mehmûd di roja 38, Şeyma Ednan 31 û Gulebax Celal jî ket roja 17’an.

Berpirsê Desteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hisên Kerkûkî li dijî tecrîdkirina Ocalan û ji bo piştgirîdayîna çalakgerên greva birçîbûnê kete greva birçîbûnê. Çalakiya Kerkûkî di roja 4’an de ye.