“Ez li vî welatî ji dayik nebûm û li vî welatî mezin nebûm. Li vî welatê bi navê Kurdistanê min tenê çiya dît. Ji dûr ve jî ronahiya bajaran… Lê belê li nava çemên wê ez şil bûm, min destên xwe da tehtên wê…”

Rêwîtiya Halîl Ûysal ji Îzmîrê dest pê kir. Piştre berê xwe da Ewropayê û ji wir jî derbasî çiyayên Mezopotamyayê bû. Ji bo şerê gerîla yê Kurdan bike belge û nûçeyên wê binivîsîne dest bi serpêhatiyê kir. Mirin dît, her aliyên şer dît, ji her tiştî re şahidî kir û biryar da bi gerîla re li çiyê bijî.

Di rêwîtiya çiyê de ku weke wênegir dest pê kir, Ûysal hewl da wêneyê her kêliyê bikişîne. Di nivîs û dîmenên xwe de jî hewl da bandor û şopa vê yekê ya li ser wî nîşan bide. Xwest ku her kes vê bedewiyê bibîne.

Destpêkê weke wênegirekî tê çiyayên Kurdistanê; piştre bêhempatiya gerîlabûn û şerê gerîla dibîne. Bi demê re li ser her kêliya ku bi dilê xwe wêneyê wê dikişîne, dest bi nivîsandinê dike. Halîl bi bedewiya helbestê dest bi rêwîtiya xwe ya gerîla dike û ji bo her kes karibe vê helbestê bixwîne, bibihîze, fêhm bike carna wêneyan dikişîne, carna jî bi kameraya xwe dîmenan.

Halîl li vî welatî ji dayik nebû, lê belê bi tehma çiyê dilê xwe li vî welatî mezin dike. Hez dike ku bikene û mirovan bikenîne. Bi rêya fîlmê Bêrîtan xwest, dinya gerîla bi dinyayê bide naskirin. Rastiya efsûnî ya gerîla li ser vê mîrateya Halîl li her qadê xwe bi dinyayê dide naskirin.

JI PÊNÛSA HALÎL REWŞA EFSÛNÎ YA ÇIYÊ

Halîl di nivîseke xwe de wiha qala xwe dike: “Ez li vî welatî ji dayik nebûm û li vî welatî mezin nebûm. Li vî welatê bi navê Kurdistanê min tenê çiya dît. Ji dûr ve jî ronahiya bajaran… Lê belê li nava çemên wê ez şil bûm, min destên xwe da tehtên wê. Di havîna wê de min xwê da. Li vir hevalên min çêbûn, hevalên min jiyana xwe ji dest dan. Li pişt wan min rondik barand. Bi wan mirovan re jiyam ku wextekê min wêneyên wan kişand. Bi wan re min heman xwarin xwar, heman betanî bi xwe wer kir, di heman sermayê de qefilî. Min mirina wan dît. Ti devera ez jê derbas dibim êdî li pişt min namîne. Ez bimeşim û biçim jî êdî ti carî nikarim dest ji wan berdim. Li vê cografya mezin mîna ku ez li mala xwe me. Dema ku li nava çiyayan digerim, li ser her tehtî rûyê gerîlayeke/î ez nas dikim, kenê hevalên min ên gelekî ji wan hez dikim dibînim, tê guhê min. Mîna ku li odeyên mala xwe digerim ez li vê cografyayê digerim. Tiştek ji min nedûr e, tiştek ji bo min ne biyanî ye, dema xwe dirêjî wan dikim destê min lê dikeve.”