Yekîneya Tolhildanê ya Sakîne Cansiz li Amed, Êlih, Stenbol, Edene û Mêrsînê çalakî kir.
Yekîneya Tolhildanê ya Sakîne Cansiz bi daxuyaniyekê diyar kir di navbeyna 12-16’ê Hezîranê de li gelek bajaran çalakiyên şewitandinê kirine.
Li gorî daxuyaniyê;
16’ê Tîrmehê li Edene Pozantiyê wesayitee sivîl ‘a dagirkeran’, li Akdenîz Mêrsînê jî bûfe û markêteke ku ya ‘nokertiyê ji faşîzmê re dikin’ hatine şewitandin.
15’ê Tîrmehê jî li sîteya doktoran a mala mamosteyan li navenda Êlihê du wesayitên sivîl, ‘ên leşkerên dagirkerên faşîst’ hatine şewitandin.
14’ê Tîrmehê li Farqînê ya Amedê li dijî qijleya leşkerî çalakiya bi molotof û fîşekên hewayî hatiye kirin.
12’ê Tîrmehê li Sîlîvrî û Çaralcayê ya Stenbolê otobos û qemyonek hatiye şewitandin.