YJŞ bi boneya salvegera azadkirina Şengalê daxuyaniya da û wiha got.

3’ê Tebaxa 2014’ê dewletên desthilatdar dibin navê DAIŞ’ê êrîşê xaka pîroz Şengalê kirin. Jinên nexwestin teslîmê wan bibin rumetê xwe biparêzin xwe ji latan avetin û xwe kuştin, heta dawî li berxwe dan. Îro me artêşa xwe ya parasinê YJŞ ava kiriye. Armanca me em bi hêza xwe, bi cewhera xwe xwedî li kokê xwe derkevin. Bi vîn bibin û xwe biparêzin.

Li ser tecrîdê û têkoşîna ji bo azadiya Fizîkî ya Rêber Apo jî YJŞ’ê wiha got:

Em bi saya fikir û felsefeyekî xurt ku Rêber Apo avakiriye heta roja me ya îro hatin. Berê em bê parastin bûn, çarenûsa me di destê me de nebû. Lê îro xwedî hêze, Şengal bi saya felsefeya Rêber Apo, cangoriyan rizgar bû. Me ev rizgarî veguherand, rêxistinbûn, têkoşîn û berxwedanê. Şengal êdî xwedî hêza parastinê ye. Lazime civaka Êzidî xwedî li YJŞ û YBŞ’ê derkeve. Ji ax û welatê xwe dernakeve, têde azad û birûmet bijî.

Ji ber civaka bê parastin, di nava pergala deshilatdar de nikare bijî. Me vîn û azadî hilbijart, û me dît ku ev rê jî tenê bi paradîgma Rêber Apo, Konfederalîzma Demokratîk û azadîxwaziya jinê pêkan e.

Em salvegera azadkirina Şengalê li Rêber Apo Pîroz dikin. Wê tolhildana YJŞ’ê bibe azadiya fizîkî ya rêber Apo. Emê heta dawî, Şengalê biparêzin.