Li navçeya Raco ya Efrînê di encama çalakiya sabotajê ya YPG’ê de 2 leşkerên Tirk û 2 çeteyên wan hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê, 29’ê Tebaxê yekîneyeke YPG’ê li gundê Berbenê yê navçeya Raco ya Efrînê li dijî bendeke kontrolê ya leşkerên Tirk û çeteyên Firqet Hemze çalakiyeke sabotajê pêk anîn.
Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker û 2 çeteyên wan hatine kuştin, 2 çete jî birîndar bûne.