“Em Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi hurmet û bi rêzdarî kedkara şoreşê dayîka xwe Nûra Evdî Osman bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata me ya hêja re dixwazin.”

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ji ber wefata dayika Nûra Evdî Osman peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyama YPJ’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dayîka me Nûra Evdî beriya çend rojan jiyana xwe ji dest da. Me bi xemgînî agahiya wefata dayîka xwe girt. Yadê Nûra dayîka şehîd Berzan û şehîd Ednan û rêhevalê me Rûbar Qamişlo ye. Wê piştî temenekî bi têkoşîn, bi fedakarî û wêrekiyê dagirtî, çavê xwe li cîhanê girt. Dayîka me Nûra her rojek ji temenê xwe yê giranbiha mîna findekê di oxira şoreşê de heland. Bê teredut, bi wêrekiyeke mezin her kar û xebat ji bo şoreşê da meşandin. Li cihê ku pêwîst bû qûriyetî kir, li cihê ku pêwîst bû ji bo şoreşê alîkarî kom kir, li cihê ku pêwîst bû ciwan beşdarî nava refên şoreşê kir. Bi vî rengî Yadê Nûra bi dil û can berpirsyariyên herî zor girte ser milê xwe.

Hemû karên ku yadê Nûra dida meşandin bi kemîn, xeterî û tehlûkeyan ve dagirtî bû. Rejîma Sûriyeyê bi heman hişmendiya dewleta Tirk û bi heman rêbazê hewl dida ku dengê lingên şoreşa azadiyê wenda bike û ji holê rake. Yadê Nûra jî para xwe ji zilm û zordestiya rejîma Baas girtiye. Di dema ku yadê Nûra li ser karê xwe yê qûriyetiyê bû, hate girtin û ew birin zindana Filîstînê. Piştî ku yadê hate berdan, vê carê rejîma Baas herdu lawên wê girtin. Ji ber ku zarokê wê yê wêrek Ednan li xwe mikur nehat û radestî rejîma Baas nebû, rastî îşkeceyeke pir giran hat û jiyana xwe ji dest da. Piştî demeke kin kurê wê Berzan bi navê xwe yê kod Rûbar jî tevlê nava refên şoreşê dibe û piştî salên dirêj ên têkoşînê tevlî karwanên nemiran dibe. Vê carê jî xwişka wan Rûbar a ku niha di nava refên YPJ’ê de cihê xwe digre, çeka wan radike û rêça dayîk û birayên xwe dişopîne. Dayîkeke bi vî rengî mînaka herî mezin a welatparêziyê ye. Wê her timî ji me re digot ku 10 zarokên min ên din jî hebana minê kiriba fedayê vê axa pîroz.

Yadê Nûra di heman demê de yek ji wan dayîkane ku mala xwe ji bo fêrbûna zimanê Kurdî dike wek dibistan û mamostê zimanê Kurdî şehîd Egîd li wir zarokan perwerde dike.

Em Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) em deyndarên dayîkên weke yadê Nûra ne. Ji ber wan destkeftiyên şoreşê, ji çavê xwe bêhtir parastin. Ew bi şev û roj li ber serê hevrêyên me yên birîndar man, nobeta pêşengên şoreşê kirin û bi ruxmê her awayî zext û zoriyan ew bi wêrekiyeke mezin kar û xebata ji bo têkoşîna azadiyê dan meşandin.

Em careke din dayîka xwe yadê Nûra bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê xeyala wê ya dîtin û avakirina Kurdistana azad û Rêberê azad misoger bikin.”