Tîmên Tolhildanê yen Şehîd Hogir Amed ên YPS’ê diyar kirin ku wan li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Îzmîr û Şirnexê sê çalakî li dar xistine.

Tîmên Tolhildanê yen Şehîd Hogir Amed ên YPS’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku wan di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxuran de’ çalakî li dar xistine.

Timên Tolhildanê diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û şewitandina Cûdî û Gabarê wan li Îzmîrê agir bi du cihan xistine, li Şirnexê jî bi molotofan li wesayîta zirxî ya polîsan dane.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 20’ê Tîrmehê de saet di 07.30’an de li Taxa Bariş a Balçovaya Îzmîrê navenda belavkirina elektrîkê ya nêzî qadeke leşkerî şewitandine. Tîmên Tolhildanê got ku, “Di vê çalakiyê de xisareke maddî gihiştiye navenda belavkirina elektrîkê û qada leşkerî.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li navçeya Çeşmeyê jî qadeke tûrîstîk bûye hedef, xisareke maddî gihiştiye vê derê.

Di daxuyaniyê de qala çalakiya li Şirnexê hate kirin û ev tişt hate gotin, “Tîmên me di 15’ê Tîrmeha 2020’an de di navbera Taxên Yenîmahalle û Yeşîlyûrta Şirnexê bi molotofan li wesayîteke zirxî dan. Gelek molotof li vê wesayîtê ket û wesayît di nav agiran de maye. Di vê çalakiyê de polîsên Tirk ên dagirker ji ber panîkê gule li derdorê reşandiye û neçar man ku ji taxê derkevin.

Li dijî feraseta dagirker û operasyonên dagirkeriyê yên dijmin wê herêmên tûrîzmê û metrepolên dijmin ên ku dewleta Tirk wan ji xwe re wekî çavkaniya aboriyê dibîne, wê her dem bibin hedefa me.”