Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a dîl hatiye girtin, diyar kir ku ti normên exlaqî yên vê desthilat nemane û got:“Heta pirsa Kurdan, pirsa demokrastiyê çareser nebe, ev doz dawî nabin. Ji bo gotina rastiyan berdêl çi dibe bila bibe ezê vebêjiim.”

12’emîn danişîna doza ji 7 fezlekeyan pêk tê ya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya dema borî Fîgen Yuksekdag a girtî tê darizandin, li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anqerê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk hat.

Di çarçoveyê dosyeyê de ji 30 salan heya 83 salan cezayê girtîgehê ji bo Yuksekdag tê xwestin. Di îdîanameya 92 rûpel a derbarê Yuksekdag de, ji ber xebatên wê yên siyasî û axaftinên di çalakiyên cûr be cûr de kirin hatiye amadekirin, bi îdîaya “Rêvebertiya rêxistinê kirin” 83 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.

Yuksekdag bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Jinan tevlî danişînê bû. Parlementerên HDP’ê Mahmût Togrûl, Mûazzez Orhan û Şevîn Coşkûn doz şopandin. Di heman demê de Parlementerê Partiya Çep a Alman Hakan Taş û Parlamentera partiya Karkaran a Îngîlterê Jûlîe Ward beşdarî danişînê bûn. Kesên beşdarî danişînê bûn nasnameya wan di (Lêkolîna Agahiyên Giştî ) GBT’ê re derbas kirin.

Yuksekdag di danişîna destpê kir de, têkildarî fezlekeyên derbarê wê de hatibûn amade kirin parastin kir.

Parastina Yuksekdag wiha ye:

“Di danişîna din de jî min got. Ez tevîi merasîma cenazayên Mehmet û Orhan Tunç ên di jêrzemînên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, bûm. Tevlêbûna merasîma cenazeyan li vî welatî hê jî weke sûc tê dîtin. Em nikarin vî mafê xwe bi kar bînin. Dema tevlî dibin jî di derbarê me de lêpirsînan vedikin. Her kesê ji xwe re dibêje ez mirovim, mafê wan heye ku tevlî cenazeyên hemû kesan bibin. Em li gorî pêdiviyan siyasetê nakin. Erka me ya civakî heye. Li gel ku em saziyekê siyasetê bûn jî, dewletê dest danîn ser wesayît û amûrên gel. Em weke siyaseta demokratîk neçarin ku qadên nû ava bikin.

‘MERASÎMA CENAZE PIRSGIRÊKEK ÇAWAN DERDIXE?’

Di nava civakê de ger cudakarî bikeve nava merasîmên cenazeyan, ev sextekariye. Kes nikare dawiya vê hesab bike. Wê demê ev tê wê wateyê ku normên exlaqî nemane. Em jî weke siyasetmedaran, ligel ku berdêla wê pir giran jî be, divê berpirsiyartiya xwe ya exlaqî bi cih bînin. Tevlî merasîma cenazeyekî gelo pirsgirêkeke çawa derdixe? Di feraseta siyasî de astengkirina cenazayan nîne. Dema ku kesek mir, pêwîstiyên ji bo cenaze çi bin ew tên kirin. Ji bo ku bi ser hovîtî û derewên xwe bigirin, serî li rêbazekî wiha didin. Hewl didin bi vê rêbazê vî welatî bi rêve bibin. Ger siyasetek ji çanda civakê qût bû, wê demê ew siyaset qediya ye. Ji ber vê îro naveroka desthilatdariyê vala bûye.

‘MIN BI AXAFTINÊN XWE BERPIRSIYARTIYA XWE BI CIH ANÎ’

Ji ber ku tevlî merasîma cenazeyî bûme, der barê min de 10 fezleke hatine amadekirin. Ev hemû jî wisa bi hincet kirine. Di îdianameyan de tê dîtin, doz vebûye lê li holê delîlek nîne. Dadger pirsa belgeyan dike, ewlekarî jî vê bersivê dide; ‘Me wêne ne negirtin. Ji ber ku rêxistina terorê ew der mayîn kiribû, me nekarî em biçin ser cenazeyî.’ Bi giştî derewe. Tu rewabûnekî vê dosyayê nîne. Bê bingeh e. Min bi axaftinên xwe, berpirsiyartiya xwe ya siyasî pêk anî. Divê hûn êdî vê rastiyê bibînin. Li vî welatî ev 500 salin pirsgirêka Kurdan dewam dike. Heya ku ev pirsgirêk bi rêya demokrasiyê çareser nebe, ev doz jî wê neqede. Desthilatiyek bi şerê gotinan qet qezenc nake. Lê binihêrin, hemû tişt dubare dubare tên jiyîn. Lê tiştek ne guheriye û heman tişt tên jiyîn.

FEZLEKEYÊN DER BARÊ MERASÎMAN DE

Ji ber ku tevlî merasîma cenazeyê Mehmet Tunç û Orhan Tunç ên ku li navçeya Cizîr a Şirnexê de di jêrzemînan de hatine qetilkirin bûme, fezleke hatiye amadekirin. Tirkiye ji ber van mirovên ku rastiya feraseta vê jiyanê nizanin, li êşan biyanî dimîne.Ger ku min bikariya pêşî li mirina bi dehan kesan bigirta, ger ku me pêşî li dorpêçan bigirta. Dema ku mirov di jêrzemînên Cizîrê de bi komkujiyê rû bi rû man, bangî wijdana mirovahiyê kirin. Mehmet Tunç lehengek bû. Kesê di rewşên herî giran ên jiyanê de baweriya xwe diparêzin, lehengin. Bi tiştên ku kirin re ji hemû civakên Tirkiyeyê re ev peyam da; ‘Me çok venedand û venedînin.’ Ev hêvî di dema ku mirovahî neçarî tarîtiyê hatiye kirin de dibe jiyan. Tirkiyeyê ew deng nebihîst.

‘JI BER KU KURDAN BÛN HATIH KUŞTIN’

Li ber çavên Tirkiye, Ewropa û cîhanê komkujiyek pêk hat. Di qeydên saziyên navneteweyî de diyare bê ka çend zarok û jin hatine kuştin. Di wê pêvajoyê de, di dema çêkirina barîkatan de welatiyan malên xwe neterikandin. Mirovên sivîl di nava wan barîkatan de hebûn. Yên ku ew der terk nekirin, ên ku nexwestin ji wir veqetin hatin kuştin. Ger ku desthilata siyasî vê fam neke, ew pirsgirêka wê ye. Hêzên ewlekariyê û desthilata siyasî bi awayekî vekirî ji mirovên li wir re got; ‘Em ê we ji wir dernexin.’ Ew tiştên li wir bi serê wan hatin, ji ber Kurdanbûna wan bû. Desthilata siyasî li hemberî xwe tu hêzên muxalîf naxwaze. Siyasetmedarên bêhal û nekêr dixwaze. Wê demê me li meclîsê dişopand. Dixwazî jiyana mirovan rizgar bikî lê tu dikevî rewşeke wisa ku tu nikarî pêşî li mirina mirovan bigirî. Di çalakiyên li kolanan û di çalakiyên demokratîk de me hewl dida pêşî li kuştina mirovan bigirin.

‘HÊZÊN EWLEKRIYÊ BI ZANEBÛN HEDEF GIRTIN’

Em bi walî, hêzên ku operasyon pêk di anîn û bi wezîrê karên hundir û serokwezîr re di nava têkiliyê de bûn. Ji Cizîrê welatiyan telefon vedikir û di gotin; ‘Ez li felan cihî me.’ Me jî ji hêzên ewlekariyê re radigihand. Lê hêzên ewlekariyê li şûna ku wan rizgar bikin, ew der bombebaran dikirin. Temamiya van tiştan jî weke serkeftineke siyasî hate nîşandan. Tirkiye anîn rewşeke wisa ku nikarin ji nav derkevin. Mafekî desthilata siyasî nîne ku bibêje min îro çi kir. Me ji wan re got ku wisa nekin. Tirkiye winda dike. Bi vê desthilata siyasî re ne mimkûne ku biser bikeve. Li hemberî hemû derdoran, li dijî Kurdanan ketin nava hewldana tunekirinê.

‘TEKANE SÛCÊ ME EW BÛ KU ME NEKARÎ EM PÊŞIYA MIRINAN BIGIRIN’

Li Cizîrê ev yek bi awayekî vekirî pêk hat. Wezîrê karên hundir got; ‘Hêzên ewlehiyê yên li wir guh nadin gotinên me.’ Di nava van şert û mercan de mafê jiyanê yê mirovan jê hate stendin. Me dixwest ku beriya mirin çê bibin, pêşî lê bigirin. Me ne xwe ji axaftinên ku kirin û ne jî çalakiyên ku pêk anîn paşve nekişand. Tekane sûcê me ew e ku me nekarî pêşî li tiştên li Cizîrê pêk hatin bigirin. Sûcê me ew e ku me nekarî Cemîleyê, Dayika Taybet rizgar bikin. Tekane êşa me ev e. Xwîn jiyanê dide û ya ku hebûna mirov diafirîne xwîne. Xwîna civakekê ya ku hatiye rijandin di navberê de namîne, wê bimeşe û tevlî jiyaneke din bibe. Tu kes pirsa li şûna ku ev welate pir pêş bikeve çima hê jî xwîn diherike? nake. Di kirina wesayîtên zirxî yên leşkerî de em di rêza yekemîn de ne. Yên ku li pey bacanreş û nan ketin ma wê çima haya wî/ê ji guleyê hebe? Em neçarin ku vê rastiyê vebêjin. Me nekarî jiyana mirovan rizgar bikin. Berpirsyarê vê jî desthilata siyasî ye. Di vir de neserkeftîbûna min jî heye. Ez yek ji siyasetmedarên ku ketibûn bajar im.

‘LI BAŞÊR BEHNA GOŞTÊ ŞEWITÎ DIHAT’

Kesên ew kêlî ne jiyayîn, ne mimkûne ku bikarin wê rewşê fam bikin. Dema ku em ketin bajar bêhna goştê şewitî dihat. Li hêlekê yên ku dişewitin û li hêla din ên ku wan dişewitînin hebûn. Desthilatiya siyasî li Cizîrê li nava çavê me dinihêrî û bi gotinên; ‘pirsgirêka bekayê heye’ dixwest me qanih bike. wê neyê jibîrkirin! Bêhna xwîn û mirovan a li wir wê neyê jibîrkirin. Li cihên lê dijîn wê derkeve pêşberî wan. Çar rojan nehiştin ku em bikevin bajar. Li wir paqijî kirin. Dema ku astengkirin bi dawî bûy jî tevî me bi sedan kes ketin bajar. Ketibûn taxên ku bend lê nebûn jî. Bûyeren weke pevçûn û xespê hebûn. Em li taxên cuda jî geriyan û herî dawî biryar da ku bikevin jêrzemînan. Bombeyên kîmyewî hatibûn bikaranîn. Di raporên ATK’ê de ev yek hatiye destnîşankirin. Dema ku em ketin hundir, ên ku ji Saziya Tipa Edlî hatin li wir lêkolîn dikirin. Tevî wê yekê jî em ketin hundir û lêkolîn didomiya. Tevî ku 4 roj bûn li wir paqijî dikirin, hê jî nekarîbûn odeyan paqij bikin. Nekarîbûn delîlan ji holê rakin. Mehmet ji bo xelaskirin birayê xwe û kesên din ketibû wê jêrzemînê. Her kesî berpirsyariyên xwe yên li hemberî wan pêk ne anîn. Ev îdianameyên ku der barê kesên daxwaza xwe ya dawî pêk anîn de hatine amadekirin, di nava xefleta desthilata siyasî de ne.

‘HEMÛ ŞEHÎDÊN DEMOKRASIYÊ NEMIRIN’

Hemû şehîdên demokrasiyê nemirin. Em ê bîranînên wan bidin jiyîn. Her çiqas desthilata siyasî hewl bide me bide sekinandin jî, wê nekare. Tu hewcehiya me bi wijdan û merhemeta wan nîne. Em tenê aqil didin wan. Em hê jî li ser xeta xwe ne. Em girtî û di bin zextê de jî bin, desthilata siyasî hê jî nekariye me tune bike.”

Danişîna dozê piştê navberê wê bi parastina Yuksekdag bidome.