Danişîna Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgeh Yuksekdag çêbû. Dadgehê biryar li ser da ku Yuksekdag rehîn bimîne.
Danişîna cara 18’an a Hevseroka Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag îro li Dadgeha Cezayê Giran a 16’an a Enqerê çêbû.
Parêzerê Yuksekdag Can Tombûl bi bîr xist ku li Girtîgeha Kocaeliyê vîrûsa koronayê berbelav e û xwest ku Yuksekdag were berdan.
Dadgeha Tirk biryar kir ku Yuksekdag girtî bimîne û danişîn taloqî 14’ê Tîrmehê kir.