Zarîf dema serdana Malezyayê ji nûçegihanan re axivî û got, ”DYE li dijî gelê Îrane şerekî aborî da destpêkirin. Heke dawî li şerê dijî Îraniyan neyê û dawî li terora aborî neyê em ê nikaribin bi DYE’yê re rûnin.”

Zarîf ameje bi peymana nukleer kir, got, dûrûdirêj bi DYE’yê re axivîne û got, ”Lihevkirinek çêbûbû. Beriya ku hêviya lihevkirinên din bibin divê pêşî vê peymanê bi cih bînin.”