Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 31’ê Çile 2020, ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Parêzer Mihemed Emîn Neîmî, diyar kir ku siyaseta li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li dijî qanûnên gerdunî û peymanên mafên mirovan e.
&- Ji bo biryara Dadgeha Bilind ya Belçîka ku PKKe wek rêxistinek siyasî û pêşengê têkoşîna azadiya gerlê Kurd qebul kir, doh li Bruksleê civîna çapemeniyê hate pêkanîn.
&- Çalakvanên li Ewropayê bi daxwaza ‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’ 162 rojan ketibûn greva birçbûnê li dijî tecrîdê li Strasboûrgê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
&- Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, bal kişand ser vê biryara HDPê ya stratejiya dema nû ya Tifaqa demokratîk a bi hêz û got: “Em dema li pêş xwe, weke dema guhertina demokrasiyê pênase dikin.”
&- Rûspiyê eşîra Hevêrka ya Kurd Silêman Şeto got: “ENKS yekîtiya Kurdan asteng dike. Ji ber ku ew rêxistinek girêdayî dewleta Tirk e.