Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 3ê GULAN 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin lê pêşî çend sernûçeyên me.
&- Berxwedana greva birçîbûna li zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 4 roj in di qonaxek nû û krîtîk de dewam dike.
&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, niha jî, li navçeya Geverê, amadekariya operasyonekê dike.
&- Ardil Çeşme, yek ji 15 berxwedêrên “rojiya mirinê” ye got: : Me wezîfeya xwe bi cih anî, niha dor ya we ye.”
&- Piştî Amedê, li Idirê jî 5 leşker hatin kuştin û 2 helîkopter ji aliyê hên Gerîlla ve darbe xwarin.
&- Parlementerê HDP’ê Mûrat Sarisaç, li Amedê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku gotin qediya ye, dem dema çalekiyan e.
&- Nasir Yagiz jî li Başûrê Kurdistan Hewlêrê, 164 roj in di berxwedana greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku rojiya mirinê rexneyek li hemberî bê dengiyê ye.
&- Girtiyên jin Sibel Akdenîz û Azîze Yagiz, ji Girtîgeha Mêrdînê sirgunê Girtîhea Jinan ya Kayseriyê kirin.
&- Şandeya Çavdêr li Girtîgeha Kandirayê, bi çalakgeran re rûnişt