Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 6’ê Kanûnê 2019, ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.

&- Li bakûr û rojhilatê Suriyê li dijî êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê, berxwedana Rûmetê di roja 59’an de bi biryardarîyek mezin berdewam dike.

&- Li çiyayên Amanosê jî leşkerên Artêşa Tirk a dagirker ku derketin operasyonê, darbeyeke giran xwarin, 2 jê giran 4 leşker birîndar bûn.

&- Polîsên dewleta Tirk, vê sibehê, li navçeyên Wan, Bêgîr, Ebex û Elbakê avêtin ser malan û hevşaredarên sê navçeyan û endamê meclîsa Şaredariya navçeya Amed Rezan binçavkirin.

&- Meşa hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên saziyên Kurdistanî, ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan, doh li Cinevê, saet di 10 û 30î de, ji meydana Place de Rîponne dest pê kir.

&- Doh li Amedê, partiyên Kurd, yên bakurê Kurdistanê, li i navenda Partiya Herêmên Demokratîk-DBPê hatin cem hev. .

&- Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêze çalakî kirin.