Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de xebatên cûda tên meşandin.

Ji aliyê beşdarên pêngavê ve 10’ê Kanûnê ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê’ dê were lidarxistin.

Ji bo danasîna pirtûkên Rêber Apo malpereke înternetê ya bi 16 zimanan hat sazkirin.

Li ser malpera “Ocalanbooks.com” bi Îngilizî, Almanî, Îtalyanî, Fransî, Portekîzî, Flamanî, Danîmarkayî, Tirkî, Tamîlî, Katalanî, Yûnanî, Baskî, Koreyî û bi zaravayên Kurdî, kesên bixwazin dikarin pirtûkên Rêber Apo peyda bikin.

Komîteya amadekar bi dîmenekê ji bo Roja Pirtûkan a Cîhanê bang kir.

Li gorî komîteyê di çarçoveya kampanyayê de wê li 160 navendan pirtûk werin xwendin.

Di dîmenan de ev peyam tên dayîn:

Modernîteya kapîtalîst ketiye nava krîzeke xetere ya ku tesîreke xirab li jiyana gelên her çar aliyên cîhanê dike.

Lewma dem hatiye ku têkoşîn bibin yek.

Komîteyê bang li herkesî kir ku 10’ê Kanûnê beşdarî ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê” bibin.