Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 22ê Nîsanê 2019 DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13.00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me…

&- Navenda Ragihandina HPGê, li ser çalekiyên hêzên Gerila yên li Çelê û Sidekanê agahî dan û got: Hêzên dagirker, hatin tarûmar kirin 14 leşker hatin kuştin.

&- Koordinasyona KJKê, êrîşa Polîsên Tirk ên li dijî Dayikan li Gebze û Qoserê bi dijwarî şermezar kir û got: Divê her polîsê desthilatdariya AKPê ya faşîst zanibe ku, wê hesabê êrîşa li dijî dayika ji wan werê pirsîn.

&- Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku, piştî hilbijartinên herêmî, ya 31’ê Adarê pêvajoyeke nû dest pê kir û got; Erdogan hewl dide têkçûna xwe ya di hilbijartinê de veşêre.

&- Li Swîsre û Belçîkayê, kongreyên Navendên Civaka Demokratîk Ya Kurd pêk hatin.

&- Emerîka, di çarçoveya ambargoya li ser Îranê de, mûafiyeta ku dabû Tirkiyê rakir.