Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, nûnerên YNK, Goran, Partiya Yekîtiya Sûriyê, PJAK, Meclîsa Asûrî ya Beytûlnahrîn a Ewrûpayê û gelek kes beşdarî bûn.
Piştî rêzgirtinê, ji komiteya amadekar, Alî Matur axivî û bixêrhatina beşdaran kir:
Du re, sînevîzyona ku li ser dîrok û serhildanên Kurdistanê hatibû amade kirin, hat pêşandin.
Pişt re, endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar axivî û qala kar û xebatên 25′ salên KNK’ê kir.
Beşdarana jî behsa pêşketinên KNK’ê yên ji dema damezrandina wê heta niha kirin û banga yekîtiya neteweyî kirin.