4 endamên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê encama fermî ya hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê red kirin û gotin; “Encama hatî eşkerekirin gelek kêmûkurtiyên wê hene û red dikin.”

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê şevê din encama fermî ya hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere kir. Di dema eşkerekirina encaman de tenê 5 endamên komîsyonê yên ser bi PDK’ê û YNK’ê beşdar bûn. 4 endamên ser bi Tevgera Gorar, Yekgirtûya Îslamî û Komeleya Îslamî beşdarî civîna çapemeniyê ya eşkerekirina encamên dawî nebûn.

Van her çar encamên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî dan û encam red kirin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Ji ber sedemê ew binpekirinên ku di rojên 28 û 30’ê Îlonê de di dema hilbijartinê de pêk hatin, hezar û 45 îtîraz gihiştin komîsyonê. Hemû îtîraz li ser binpêkirin û sextekariyan bû. Hêviyek hebû ku komîsyon di encamên hilbijartinê de guhertina bike. Lê, mixabin Encûmena Komîsyonê ji ber çend sedeman tiştek nekir.”

Van endamên nerazî yên komîsyonê, eşkere kirin ku duh li benda civîna Encûmena Komîsyonê bûn, lê piştî saet 11.00’an bêyî ku nêrîna pêşwext a endaman were girtin û guh li daxwazên heyîn bigirin, encamên hilbijartinê nivîsin û bi lez lîsteya hatî amadekirin avêtin dengdanê û hate erêkirin.”

Van 4 endamên komîsyonê diyar kirin ku di encamên hilbijartinê de gelek kêmûkurtîne hene û li dijî wê civînê bûn û neqanûnî dibînin. Herçar endaman diyar kirin ku deng nedane û red dikin.

Hêjayî gotinê ye ku, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê ji 9 kesan pêk tê, 3 kes endamên PDK’ê ne û 2 endam ên YNK, 2 Tevgera Goran, 1 Komele û yek jî yê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê ne. Li gorî vê encam tenê ji aliyê endamen YNK û PDK’ê ve hatiye erêkirin.