Di doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û xebatkarên şaredariyê Cûma Koylugolû, Çetîn Çîfçî, Zelal Tanli, Mehmet Yalim Eryîgît, Can Tayan û rêveberê MEYA-DER Îdrîs Şaybak û Nerîman Ûyar ên li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê dihatin darezandin de, biryara 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bekir Kaya hate birîn. Her wiha 2 sal û mehek ceza jî li xebatkarên şaredariyê Bekir Kiran, Çetîn Çîftçî, Cûma Koyluoglû, Îdrîs Şeybak û Nerîman Ûyar jî hate birîn. Zelal Tanli, Mehmet Yalim Eryîgît, Can Taylan jî hatin berdan.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezai Temellî, tev li danişîna doza Hevşaredarê Girtî yê Wanê Bekir Kaya ku girtî tê darizandin bû.
Temellî, bal kişan ser darizandina siyasetmedarên kurd û wiha got: “Ev îdîanameya ku hatiye amadekirin tu wîcdan qebûl nakin. Em dibin şahid. Ev şerma pergala darizandin û dadgeha Tirkiye ye. Şerma edaletê ye. Em ji ber vê rewşê pir xemgîn in. Ji ber ku em dizanin Bekir Kaya Wan bi xwe ye. Wan jî Bekîr Kaya ye. Kaya ji ber xizmeta xwe ya li Wanê tê darizandin. Li ser her buhosta axa Wanê keda wî heye. Hemû tişta ku Kaya di erdhejê de kir û ji bo Wanê kiriye li holê ye. Tişta ku walî ji kiriye li holê ye. Yên ku xizmet ji gel veşart Walî bi xwe bû. Yên ku ligelê wanê xwedî derketin û li cem gel sekinî iro li vir tên darizandin. Yên xizmeta gel kir îro girtî ne. Li vir li dijî heq û hiqûqê girtî tên darizandin.”