Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG:
”9 hevrêyên me ‘Roza Tolhildan Serhat-Tîrêj Amed–Sorxwîn Ekîn-Mazlûm Erdal-Çekdar Cîlo-Zana Çirav-Kato Sêgirkê-Şevger û Karli’ dema ku herêma Cûdî ku dergûşa mirovahiyê ye diparastin şehîd bûn. Em her 9 şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ev keç û xortên leheng ên gelê me ku her yek ji wan ji herêmeke Kurdistanê ne, bi wêrekî û biryardariya xwe rê nedan dijmin û li dijî dagirkerên ku jê heye dikare bi teknolojiya xwe gelên me teslîm bigire bi lehengî şer kirin û destana qehremaniyê nivîsandin. Şehîdên me ku bi çanda berxwedanê ya PKK’ê şareza bûn, ti carî teslîmiyet û esaret qebûl nekirin. Bi ruh û cesareta xwe li dijî dagirkerî, barbarî û mêtingeriyê, bûn mizgîniya rojên azad ên gelê Kurdistanê. Gelê me çiqasî bi van ewladên xwe yên hêja û leheng serbilind be, hêja ye.
Bila serê malbatên me yên hêja yên şehîdan, gelê Botanê yê welatparêz û hemû gelê Kurdistanê sax be. Em her yek ji 9 hevrêyên xwe ku bi şiyara ‘Rêbertiya Azad – Kurdistana Azad’ têkoşiyan, li xaka Botanê li dijî mêtingeiryê şerekî mezin kirin û şehîd bûn careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê bi bîranîna wan têkoşîna xwe bi ser bixînin”