Femînîst Betul Topkaya, piştî meşa birêziyê, axivî û got; Me bi hevşaredaran re, bi heserokên DEM Partî re, bi endamên meclîsên şaredariyan re, bi jinan re, bi Dayikên Aştiyê re hevdîtin kirin. Her kesî taxrîbatên qeyuman anîne ziman.
Her kesî got ku piştî qeyum hatin tayinkirin, têkiliya gel û şaredariyan ji hev hate qut kirin. Qeyum li dijî îradeya gelê Kurd e, li dijî jinan û mafên jinan e. Saziyan jinan teva girtine, navendên jinan kirina Kursên Quranê.
Topkaya herî dawî got; Bi pereyên gel, li dijî gel kar dikin. Qeyum bi tu awayî nayên qebûl kirin. Em ê têkiliya jinên Kurd û tevgera femînst xurt bikin û têkoşîna li dijî qeyum xurt û bi hêz bikin.