Rojnamevan Atakan Ararat, derbarê Rêber Ehmed de nivîsek nivîsî ye û dibêje; Wezîrê Karên Hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, di dema ku di sala 1997’an de dinava Endezyariya Înşaetê ya Zanîngeha Selaheddîn de cih girt, tevlî nava Parastinê bû û di sala 1998’an de şêwirmendê Mesrûr Barzanî.
Di navbera salên 2000-2005’an de bû serokê Parastinê, Di sala 2019’an de di nava desthilatdariya Mesrûr Barzanî de bû wezîrê karên hundir.
Rêber Ehemd, ji hingî ve di nava tora îstîxbarata Tirk MÎT’ê de cih digire.
Ya balkêş ew e ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, beriya serdana Bexda û Hewlêrê bike, têkiliyan bi Rêber Ehmed re datine.
Tê gotin ku ji sala 1994 û vir ve têkiliya Rêber Ehmed ji MÎT Tirk re heye.
Ehmed, weke mirovê herî dijwar yê li dijî Şoreşa Rojava tê naskirin û di avakirina çekdarên ROJ de rolek sereke lîst. Ev koma çekdar ROJ, ne girêdayî ti saziyeke leşkerî ya li Iraqê û Wezareta Pêşmergeyan e.
PDK jî van hêzan li dijî PKK’ê li Behdînan û Herêmên Parastina Medya bi cih kirine.
Ehmed, li dijî Şingalê jî kete nava tevgerê û li ser navê detshilatdairya Hewlêrê, peymana 9’ê Cotmeha 2020’an îmze kiriye. Niha jî ji bo ku ev peyman bikeve pratîkê her tiştî dike.
Ehmed, bi dîrektifên MÎT’ê kar dike. Lê bi tohmeta ku berdêla pereyekî gelekî zêde agahiyên îstîxbaratî firotina Iranê jî tê sucdarkirin.
Piştî kuştina endamê Komîteya Navendî ya PDK-Îranê Mûsa Babaxanî, hemû tesbît Ehmed û koma wî nîşan didan.
Ligel van teva Ehmed, weke mîmar û pêşengê êşkenceya li girtîgehan jî tê naskirin. .
Ehmed, demekê berpirisyarê girtîgeha Akrê bû û weke êşkencekar dihate naskirin. Niha jî girtîgehên Akrê, Mesîf û Spîlkê ku bûne navendên êşkenceyan û ev karê qirêj jî berehmên Ehmed in.
Rojnamevan Atakan herî dawî dibêje: Ehmed ku weke namzetê PDK’ê yê hilbijartinên Serokkomariya Iraqê ya sala 2022’an bû. Gelek derdorên Iraqê, bi taybetî dadgeha federal namzêdiya wî qebûl nekirin.
Dadgehê sedema redkirina namzetiyê Ehmed ji ber “kuştin” û “revandinên” siyasî nîşan da.