Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê ji bo êrşên dewleta Tirk û leskerkêşna herêma Başûr civînek taybet pêkanîn.
Piştî civînê, berdevkê Fermandariya Giştî Yehya Resûl ragihand ku di civînê de, bi amadebûna Serokwezîr û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê Mihemed Şiya Sudanî mijarên ewlekariya neteweyî, destdirêjî û binpêkirinên artêşa Tirkiyê li navçeyên hevpar yên sînor gotûbêj kirin.
Yehya Resûl got; Şiya Sudanî destnîşan kir ku destdirêjî û binpêkirinên dewleta Tirk yên li ser xaka Iraqê qebûl nakin. Ew ê şandeyek bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê bişînin Herêma Kurdistanê û daxwaz bike ku helwesteke yekgirtî ji bo parastina serweriya xaka Iraqê nîşan bidin.
Serokwezîrê Iraqê Sudanî jî got: Em destdirêjî û binpêkirinên Tirkiye yên li ser xaka xwe qebûl nakin.
Piştî daxuyaniyan Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê, Artêşa dewleta Tirk ji sînor li dijî Biradostê êrişek nû da destpêkirin.
Çavkaniyên herêmî ji Rojnewsê re axivîn gotin: Dewleta Tirk êrişek nû li ser sînorê devera Biradostê daye destpêkirin. Artêşa dewleta Tirk a dagirker, zeviyên çandiniyê dike hedef û zererek mezin dide hemwelatiyan,
Ajansa Rojniwsê got; Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê dide xuya kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, helwestek ciddî heye.