Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Em ê di têkoşînê de israr bikin

 

Li gelek bajaran ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin pêkanîn.

Li Wanê, gel û xizmên girtiyan, li ber avaniya DEM Partiya Rêya Armuşê, çalakiya “Dawî li tecrîdê bînin” pêkanîn.

Li ser navê TUHAY-DER’a Wanê Azîz Guven daxuyanî xwend û got; Pergala bêhiqûqiya Îmraliyê nîşaneya pergala bêhiqûqî û keyfî ya li Tirkiyê ye. Divê her kes li dijî tecrîda ku hemû nirxên mirovaniyê û normên hiquq bin pê dike têkoşînê bike.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Li Edenê jî, gel û xizmên girtiyan, di hefteya 12mîn de, çûne ber avaniya AKPê.

Polîsan dora avaniya AKP’ê girtin û xwestin girse bela bikin.

Girse dibin dorpêça polîsan de çalekiya rûniştinê pêkanî.

Hevserokê Giştî yê DEM’ Partiya Edenê Seyfettîn Aydemîr axivî û got; Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe em ê li ber avahiya AKP’ê bin û hewldana polîsan jî şermezar kir.

Çalekî bi berzkirina diruşmeyan bi dawî bû.

Li Mêrîsnê jî, çalakiya xizmên girtiyan, di hefteya 12mîn de dewam kir.

Di çalekiyê de Hevserokê DEM Partiya Mêrsînê Reşat Aşan axivî û got “Îsrara di tecrîdê de, israra di şer de ye. Şer jî tu pirsgirêkan çareser nak. Heta ku desteserkirina mafên girtiyên û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji holê rabe, wê têkoşîna me dewam bike

Li Mêrdînê jî Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan û siyasetmedarên Kurd, li ber avahiya AKP’ê ê kom bûn.

Di çalekiyê de, parlamenterê DEM Parti George Aslan axivî û bang li Wezareta Edaletê kir ku demildest dawî li tecrîdê bînin.

Li ser navê malbatên girtiyan Fettah Tekîn jî axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan li ser tevahiya gelê Kurd tê meşandin.

Piştî axaftinan, girseya gel çalekiya rûniştina 5 deqîqeyan pêkanî û çalekî bi dawî bû.