KCDK-E’ê, bi daxuyaniyekê. êrîşên li ser Heêrma Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDKê daxuyaniyek da û got; Em ê li tevahiya Ewropa, di navbera 12 û 20’ê Tîrmehê de çalekiyên protetso kirina êîrşên dagirkerî û îxanata li hundur bikin.
KCDK-E, bajrên ku meş û miting li wan werin kirin rêz kirin û got; Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bê navber êrîşên dagirkerî û îlhaqê yên li ser Şingal, Rojava, Başûr û bi taybetî li dijî herêmên Gerîla didomîne.
Armanca Dewleta Tirk a qirker tunekirina hemû destketiyên gelê Kurd in. Ji bo vê jî hemû qadên jiyanê, ax, av, hewa, daristan heywanan û her tişt dike armanc.
Divê em li dijî van êîrşên topyekîn, têkoşînek topyekîn bi ruhê seferberiyê têkoşînê bikin.
Ji bo vê jî, em weke KCDK-E bang li gelê xwe yê li derveyî welat û dostên gelê Kurd dikin ku, bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyên di navbera 12 û 20’ê Tîrmehê, yên li bajarên cûda yên welatên Ewropa werin pêkanîn bibin.