Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku gerîlayan li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker gelek çalakiyên bi amûrên hewayî lidar xistine.
HPG van agahiyan dide:
Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar bi gotina “Berxwedan Jiyan e” ji bo bîranîna Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê yên li zindana Amedê berxwedan mezin kirin û sekna herî xurt û bi heybet a di dîrokê de nîşan dan, çalakiyên bi bandor û encamgir ên hewayî lidarxistin.
Di navbera 3 û 11’ê Tîrmehê de baregehên artêşa Tirk ên li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bûn hedefa amûrên hewayî.
Yekîneya Şehîd Dogan Zinar 2 caran li baregehên dagirkeran ên li Qada Berxweanê ya Girê Amêdiyê xist.
Wekî din carekê baregeha li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, 4 caran jî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sergelê bûn hedefa gerîla.
Di van çalakiyan de 5 eskerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û 8 dagirker jî birîndar bûn.
Wekî din 2 wesaîtên zirxî yên bi tîpa kirpî hatin îmhakirin û zirareke mezin baregehên dagirkeran bû.
HPG di dewama daxuyaniyê de destnîşan dike, ku gerîlayên azadiya Kurdistanê bi van çalakiyên hewayî yên dayîmî, di taktîkê de kûranî, afrînerî, dewlemendî û di serweriya teknîkê de jî asteke girîng bi dest xistine.
Dagirkeriya Tirk ji bo vê asta gerîla xwe gihandiyê û afrîneriya wê asteng bike û derbên ji nişka ve ji asîman dixwe veşêr e, qala kuştiyekî xwe tenê jî nekiriye.
Bê heta niha me çawa ev çalakî nîşan dan, em dîmenên çalakiyên hewayî yên Yekîneya xwe ya Şehîd Dogan Zinar jî pêşkêşî gelê xwe yê welatparêz û raya giştî dikin.
Piştî vê daxwuyaniyê Gerîla TV dîmenê çalakiyên hewayî weşand.