Çalakî û merasîmên ji bo bîranînên şehîdên 14’ê Tîrmehê li welat û derveyî welat didomin.

 

Bîranîn li Welat, li Dêrik, Çilaxa û Tebqayê pêk hatin.

Di merasîma Dêrikê de, Endamê rêxistina PYD’ê Mutî Elî axivî:

Bîranîn li Çilaxa ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan û ya li Tebqayê jî, ji aliyê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ve hatin organîzekirin.

Beşdaran li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê ev peyam dan:

Berxwedana 14’ê Tîrmehê rihê Tevgera Rizgariya Kurdistanê temsîl dike.

Îro gelek destkeftiyên vê berxwedanê hene.

Bi rihê berxwedana zindana Amedê, emê meşa serkeftin û azadiyê bidomînin.

Emê destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.